15 Ocak 2012 Pazar

Elo Dîno ( Elodîn Şûrkêş )


Elo Dîno (kelha Bafê)
 
Belê, ji heyamê berê ve, ji kelha Bafê re tê gotin kelha ‘Elo Dîno, ew jî ji ber ku her di heyamê berê hukumdarek di kelha Bafê de rabû navê wî (‘Eledîn)bû.
 
Belê, her ji ber ku hukumdariya wî zêde bû, û ew bixwe, xweşmêrekî cesûr û bikêrhatî û bi nav û deng bû. Xelkên herêma Bota jê re digotin (‘Elo dîno), û meşhûr bû bi navê (‘Elo Dîno=’Elodîno), ew (‘Eledîno),
 û her wê çaxê, (‘Elodîno) li binê girê Kelha Bafê li aliyî şimal û li ser wê texta raserî ava şetî qesra xwe çêkiri bû, û her li pêºberî qesra xwe li aliyê çemê avê tehtekî mezin kun kiribû, û zencîrek bi ewî tehtê kun kirî ve girêdabû, û her ji wî aliyê ªetî serê ewê zincîrê tavête evî milî ªetî, û bi ewê tehta dibinî qesra xwe ve girêdabû.
 
Belê, her wextî ew zencîr li raserî rû wê ava şetî dirêj kirî bû, û nûbedar jî li ber bûn. Û her bi vî awayî, ‘Elodîno rêka şetî li pêşiya kelekvanan asê kiri bû.
 
Belê, wextê ku kelek bi avê de dihatin heta ku kelekvanan ji bo baca rê xerc û bêºên xwe nedabana ‘Elodîno belê, ‘Elodîno destûra kelekvanan nedida, û li pêşiya wan ew zencîr li ser rûwê avê, bilind ne dikir û kelekan ne dişiyan bibhurin.
 
Belê, her bi vî awayî, ‘Elodîno di kelha Bafê de li ber Mîrê Bota asê bûbû û bin destiya Mîrê Bota qebûl nedikir û minet bi kesekî jî tune bû. Her weha. Dibê, rojekî li Cizîrê kelekvan li hev rûniştin û ji hev re gotin: ’Weha nabê, ‘Elodîno, zêde baca rê, ji me distînê, û zulmê li me dikê. Vêce divê em vê yekê qebûl nekin”.
 
Belê, dibê kelekvanan soz û peyman dane hev, û bi
 hev re çûne nik Mîrê Bota û şikayeta halê xwe û ‘Elodîno linik Mîr kirin. Belê, di bersiva kelekvanan
 de, Mîr got: ”Ey gelî kelekvanên delal hûn dizanin ku ‘Elodîno bin-destiya me qebûl nekiriye, û qebûl nakî. Belê, me jî destûra we daye ku her bi çi awayî bê, hûn ‘Elodîno ji bo me ber dest bikin. Em dê tola we li ‘Elodîno hilînin”. Dibê, gava Mîr weha got.Hemen kelekvan rabûn,
 kar û bara xwe kirin, û her ji Cizîrê çûne Diyarbekir û her li Diyarbekir kelekvanan kelek girêdan, û çadirek li ser kelekê vedan û keçkê rind û ciwan baº xemilandin û danîn di binê wî çadirê de li ser kelekî û
 mitrib û dahol û zirne jî danîn ser wî kelekê û kelekbi avê de berdan.
 Belê, kelek bi avî de hat, heta ku pêşberî kelha Bafê ket. Belê, li ser kelehê mitriban li dahol û zirnê Xistin û dengê dahol û zirnê bi ewan lat û zinaran ket.
 
Belê, gelî xelkên serê kelhê Hemiyan bi hev re dibin xwe re temaşeyî dahol û zirnê kirin. Belê, kesek nizanî bû ew daweta kê ye li ser kelekê li dardanî. Heta ku kelek li ber qesra ‘Elodîno di wextê mexribê re hate qefê. Belê, ‘Elo ji qesra xwe bi derket û meşî, çû ber kelekê. Belê, ‘Elo gote Kelekvanan: ” Evdaweta kê ye?. Di bersivê de, kelekvanan gotin:
 ”Ev dawet ya te ye?”.
 ‘Elo got : ”Çawe”!.
 Kelekvanan gotin: ”Mîrê me yê Bota evan rojan li
 Cizîrê di Birca Belek de, suhbetek digel me kir û
 pirsa hal û ehwalê te ji me kir. Belê, di huzûra Mîr
 de, û di derheqê te de, me jî gelek bi başîtî xeber da,
 û Mîr jî gelek ji bo te keyf xweş bû. Û her ji ber vê
 çendê Mîrê Bota ev cariya xwe ya Diyarbekirî ji bo te
 kirîye xelat. divê tu jî xelata Mîrê Bota ji bo xwe qebûl
 bikê.
 
Belê, gava kelekvanan weha gotine ‘Elo hemen ‘Elo gelek keyf xweş bû, û ‘Elo dengê xwe li xulaman kir
 belê sivik xulam rabûn. Her di qesra ‘Elo de çi ji bo kelekvanan danîn û kelekvanan ji ber kelekê hatin û
 di qesra ‘Elo de rûniºtin. Belê, zêde ji bo kelekvanan da nîşandan, heta ku bû wextê razanê. Belê, hindîke xulam û kelekvan bûn di hindirwê qesrê de razehan, û hindîke ‘Elo bû, qista ber kelekê kir û çû ser kelekê binê çadira bûkê. Belê, em pir zêde xeber nadin. Her li ser kelekê û di bin çadirê de ‘Elo û bûkê herdû bi hev re lîstin, heta ku herdû li ser kelekê bi xew ve çûn.
 
Belê, hêj ji nû, hêdî kelekvan ji hindirwê qesrê bi derketin û hatin ber kelekê û şelîta kelekê vekirin û
 her wusan bê pêjin kelekvanan zencîra ‘Elo bilind kirin û kelek berdane avê. Belê, di beyana sibhê re kelek gehijte Cizîrê û li ber Birca Belek kelekvanan kelek anîne qefê.
 
Belê, hêj ji nû ‘Elo ji xwe hişyar bû û meyze kir ku kelek wa li ber Birca Belek û destê wî jî di gerdena
 bûkê de ye. Belê, çibkî feyde nakî. Hemen kelekvanan bi çengê ‘Elo girtin û birin dîwana Mîrê Bota. Belê,
 dîwana Mîr gerya û di hindirwê dîwanê de Mîr muhakema ‘Elo li dar danî. Û her weha Mîr gote ‘Elo:
 ”Ew çi kar bû ku tu pê radibûwê, û di rûniştî û te
 kelekvan û rêwingî dişelandin”.
 Di bersivê de, ‘Elo got:
 ’Mîrê min, ew kar karê mêra bû”.
 Belê, Mîr got:
 ”Kuro baº xeber bide ev dîwana kê ye tu tê de”.
 ‘Elo got: ”Mîrê min, ev dîwana mêra ye ez tê de”.
 Mîr got:
 ’Elo, ma dem ku tu dibêjê şelandin karê mêra ye, û ev dîwan jî dîwana mêra ye xwe, ez dê îro mêraniyê
 nîşa te bidim. Da ku tu zanibê mêranî çawe ye”.
 
Belê, hemen Mîr ferman kir, xulam rabûn dest û pêyê ‘Elo girêdan, û nava herdû milên ‘Elo qelaştin, û
 mûm di nava milên ‘Elo de danîn û agir jî bi serê mûma ve danîn, û mûm li ser milên ‘Elo şuxulîn.
 Belê, Mîr got: ” ’Elo, ev hal çi hal e”. Di bersivê de, ‘Elo got: ”Mîrê min ev hal halê mêra ye”.
 Mîr got:
 ”Kuro ‘Elo ma qey hindek hal ji evî halî nexweştir hene?!”.
 ‘Elo got: “Belê, Mîrê min hal ji evî halî ne xweştir jî hene”.
 Mîr got: ’Elo, ji bo me bêje, ew hal ji evî halî nexweştir ew çi hal e”?!.
 Di bersivê de, ‘Elo got:
 “ Mîrê min , her di çilê zivistanê de, wextê mirov û jina xwe di mala xwe de rûniştî bin. Belê, mihvanek ji
 bo mirov werê. Belê, di mala mirov de cilek tunebê ku mirov ji bo mihvanê xwe deynê da ku li ser rûnê û
 tiştek xwarin jî di malê de peyda nebê, ku mirov mihvanî de jin li mêrî meyza bikê û mêr jî li jinê
 meyza bikê. A ha ew hal ji evî halî nexweştir e”.
 
Belê, gava ‘Elo weha got. Hemen sehmê serê Mîr girt û Mîr dengê xwe li xulaman kir û ji xulaman re
 got:
 “sivik rabin ewan mûman li ser milên ‘Elo,
 vemrînin, lê, ‘Elo mêrekî baş e”.
 Di bersivê de, ‘Elo got:
 
“Yaşe, Mîrê min , yaşe
 Mûma xwe berdaye nava laş e
 Hêj ji nû, Mîrê min dibêjê
 ‘Elo mêrekî baş e”.
 Belê, heta ku xulaman ew mûm li ser milên ‘Elo
 vemirandin, ‘Elo emrê Xudê kir û çû rehmetê.
 
Rehmet li xweşmêrê Kurdê nemir û li dê û babê cema’etê. Bi vê çendê me jî dawî da bi serhatiyê û hikayetê.
 Belê, Her li gora hizir û bîrên me ‘Elodîno her wî çaxî li hindava qesra xwe pirekî zorek girêda bû, û her bi
 ewê zincîrê, pira zorek ser avî dihate ragirtin, û her li alîkî ‘Elo baca rêka pira zorek distand, û li alîkî baca
 rêka kelekvana ji kelekvanan distend. Û li serê girê Kelhê, li qewmê xwe serf dikir û her wisan bûye...
 Her wekû çawe zana û rihsipiyê Bafî Mihemed Remowê Berho jî her li gora hizir û bîrên me qirar
 dikî û dibêjê:
 Her wî wextê ku ‘Elodîno hukumdarî li keleha Bafê
 dikir. Her wî çaxî ‘Elodîno li binê girê kelhê û li ser
 ewê tehta raserî ava ªetî qesra xwe çêkiri bû. Û li
 hindava qesra xwe li ser ava şetî ‘Elodîno pirekî
 Zorek jî girêda bû, û bi karîna bû, û her li wî alî ªetî
 zincîr bi wê xirama tehtê mezin ve girêda bû. Û serê
 zincîrê bi wê xirama binê qesra xwe ve, girêda bû, û
 her li ser ava şetî, û pira Zorek bi wê zincîrê dihate
 ragirtin.Û Her ji vî alî şetî, û ji wî alî şetî, gelî xelkên
 herêmê û misafir û rêwingiyên welatî li ser ewê pira
 Zorek re derbasî vî alî, wî alî şetî dibûn.
 
Belê, her wekî me gotî ‘Elodîno li dû vê pirê di qesra xwe de, li alîkî xerc û xeracê pira Zorek ji misafir û rêwingiyan distand, û li alîkî baca rêka şetî
 ji kelekvanan disitand, û zêdeyî evê çendê jî gelek gundên ewê herêmê dibinê Hukumdariya ‘Elodîno de bûn. Û her di herêma Botan, û di herêma Torê de ‘Elodîno gelek gund ji axaler û maqûlan deman
 dikirin. Û hasila ewan gundan jî disitend û her di kelha Bafê de xweş mêr li ber destê ‘Elodîno pir bûn. Û ew bixwe mîna şêrekî di kelha Bafê de, li ber Mîrê Bota asê bûbû, û minet bi Mîrê Bota tune bû, û tu wextan bindestiya Mîrê Bota qebûl nedikir, û her wextî di mabeyna ‘Elodîno û Mîrê Bota de nexweşî berdewam bû. Heta ku hindek wextan di mabeyna
 herdiwan de, nexweşî pir zêde dibû, û nijde li pê hev digerandin. Û hindek wextan tenahî jî dikete di mabeyna herdiwan de, û heta ku di wextekî de xweşmêrên ‘Elodîno, Mîrê Bota talan kirin, û talanê wî, di
 kelha Bafê de bicih kirin.
 
Belê, her ji ber ku Mîrê Bota neşiya bi zordarî talanê xwe ji ‘Elodîno bistînê, û bizîvîrînê belkî Mîrê Bota rabû çend peyayên meslehetê bi rêkirin kelha Bafê nik ‘Elodîno, û her bi rêka mirovatiyê û camêriyê Mîrê Bota daxwaza talanê xwe li ‘Elodîno kir.
 
Belê, ‘Elodîno her bi camêrî talanê Mîrê Bota, lê zivirand.. Belê, ji evê hereketa ‘Elodîno hate zanîn ku ‘Elodîno maqûlekî berketî bû. Hem xweº mêr bû. Hem camêr bû. Û her derbara evê hereketa ‘Elodîno de her wî çaxî helbestebêjan helbesteyek pê gotine, û ev e jî ew helbeste ye. Her wekû çawe biraderê me yê rewºenbîr û zana û berketî Mela ‘Ebdulrehman Sipîvanî, ewê helbestê her weha dibêjê:
 
Çav hişîno, çav hişîno
 Mihemed Bego çav hişîno
 Ji golê pir dan du qumrîno
 Li Mîr heram bê rext û zîno
 Çav beleko, çav beleko
 Mihemed Bego çav beleko
 Ji golê pir dan du ordeko
 Li Mîr heram bit rext û çeko
 Li du vê deştê, li du vê deştê
 Qesra ‘Elo li du vê deştê
 Li çar nekara sûrih li piştê
 ‘Elodîno bi şûr rahiştê
 Li pala girî, li pala girî
 Qesra ‘Elo li pala girî
 Li çar nekara sûrih kirî
 ‘Elodîno talan birî
 li zozanî, li zozanî
 Qesra ‘Elo li zozanî
 Li çar nekara sûrih danî
 ‘Elodîno talan anî
 Li ber avê, li ber avê
 Qesra ‘Elo li ber avê
 Li çar nekara sûrih tavê
 ‘Elodîno talan navê.
 
Xuyaye, ku her ji evê helbestê hate zanîn, ku her wî çaxê ku ‘Elodîno hukumdarî li kelha Bafê dikir. Her hingî Mîrê Bota, Mihemed Begê Botanî bixwe bû.
 
Belê, rihsipiyê delal Mihemed Remowê Birho zanayê Bafî her weha dibêjê: Sêsed heyf û mixabin, piştî ku her bi xiyanet û hîlekariya kelekvanan xweşmêrê delal ‘Elodîno li Cizîrê ber destê Mihemed Begê Mîrê Bota ket, û her bi zulî û zordariya Mîrê Bota li Cizîrê hate i’damkirin. Her wî çaxî û her hingî keça ‘Elodîno (Seyran)a delal, derbara i’damkirina babê xwe de sitiran pê gotî ye, û ev e jî ew sitirane:
 
Wey lê..,
 Kelha Bafê li belevanê,
 Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê,
 Van ticar û kelekvana ji Diyarbekirê,
 Kelekê xwe berdanê,
 Wellah, qefa van kelehkan li ber,
 Qesra bavê mi Seyranê,
 Yadê, tuwê xêrê bikê,
 Xêrê bi çavê xwe nebînê,
 Çawe te nehêla ez bi bavê xwe re,
 Têr bigerim ser hasilan û demanê,
 Yadê, weyla li min rebenê,
 Li min êsîrê,
 Xudê xirab bikê mala,
 Qaymeqamê Mûsil û zapitê,
 Mihemed Begê Cizîrê,
 Çawe xeniqandin bavê min rebenê,
 Xweyê şebekan û zincîrê.
 Her weha.....
 
Belê, me’na rêzika ewilî ji sitiranê her weha ye:
 Kelha Bafê li belevanê. Yanî, kelha Bafê di serê pozkî bel de hatiye çêkirin û çêkiriye, û ew pozê bel, van e. Yanî xwehr e û berkûve, mîna serê heba nokê, belevan e.
 
Belê, rêzika dawî ji sitiranî me’na wê her weha ye:
 Xweyê şebekan û zincîrê. Yanî, xweyê wê pira zorek a ku bi hev ve şebikandî, li ser avê û ragirtî bi zincîrê. Belê, dawî, ji serhatiya ‘Elodîno hate zanîn ku hindîke Mîrê Bota Mihemed Begê bû. Mirovekî pir
 zalim bû. Ji ber ku me ne bihîstî ye ku hindek hukumdar mirovan bi saxîtî û bi agirî ‘idam bikin. Her wekî Mihemed Begê zalimê Botanî.
 
Wa li tile, wa li tile, wa li tile,
 Qesra bavê mi Seyranê wa li tile,
 Xudê xirab bikê mala zapitê Cizîrê û,
 Qaymeqamê Mûsil e,
 Çawe kuştin bavê min rebenê,
 Mûm berdane nava herdû mila (mile)
 
Belê, ‘Elodîno, ew ‘Eledîno bi eslê xwe ji ‘eşîreta Sînikan bû û xelkên gundê Bafê hemî raya ‘Eledîn ne, û her weha jî ji ‘Elaedîn re tê gotin: ‘Elî Sînika û ‘Elî ‘Emer.
 
NOT:Ev çîrok ji pirtûka,i Dîroka kelepora mîrnişîniya Botan hatiye girtin.