20 Mayıs 2011 Cuma

Teyrê Sîmir / Simurg Kuşu - Kürt Mitolojisi



Teyrê Sîmir, teyrekî efsanewî yê çîrokan e. Bi kurdî Sîmir dibêjin û cih û warê Sîmir çiyayê Zagrosan e. Sîmir ji du gotinan pêk hatiye: sî û mir.

Li gor van herdu peyvên hevdudanî ku navê sîmir ji wan pêk hatiye, çar wate û texmînên cuda hene.

1.Sîmir teyrekî pir xweşik û rengîn e. Loma di wateya teyrê sî (30) reng de navê Sîmir lê kirine.
2.Sîmir teyrekî ku bi qasî sî (30) teyran mezin bûye. Loma jê re gotine sî û mir ango sî (30) teyr. Mir di kurdî û farisî de tê wateya mirîşk û teyr.
3.Gotina sî di etîmolojiya kurdî ya çûkan de jî heye ku di navê çend çûkan de kîteya sî heye. Gotina sîmir jî, ji wan gotinan yek e, wek: sîmir, sîsalek, sîmanok, sîberk û hwd…
4.Hinek jî dibêjin ku koka gotinê ji mirinê tê. Ji ber ku Sîmir teyrekî pîroz e. Di serdema kevir de ew sembola ruh û vîyanê bûye û ruhê mirov biriye bihuştê. Loma li herêma Kurdistanê di serdema me de jî li ser hin tehtên gorên kevn mirov rastî weneyên teyrên Sîmir tê. Sîmir semboleke totemîk e.

Çîrok:
Teyrê Sîmir, an jî Phoenix, li goreyî F.J. Bertuch (1747-1822). 
Teyrê Sîmir, an jî Garuda, li gorî ola hindiyanNavê Sîmir di Avestayê de Mereyo Saêna ye. Yanî Çûka (teyrê) Saêna. Ev nav di sanskrîtî de jî syena derbas dibe û tê wateya qertêl an jî baz. Bi farisî ji Sîmir re Sîmurg dibêjin. Li gor farisan cîwarê Sîmurg li çiyayê Elburzê (nêzîkî bajarê Tehranê) ye. Di çîrokekê de Îsfendiyar li çiyayê Elburzê Sîmirek kuştiye. Weha diyar dibe ku Sîmir ne yek e, cureyek ji teyran e.

Îro hemû arkeolog û dîrokzan hemfikir in ku rehîbên Heliopolîs çîroka Teyrê Sîmir ji rojhilat girtine û birine Misira kevn. Di serayên Misra kevn de naveroka wê guhertine û li gor xwe gotine û formeke nû danê. Ereb ji Teyrê Sîmir re Anka dibêjin. Di efsane û çîrokên ereban de jî welatê sîmir carnan Aryana ye ango Kurdistana îroyîn e û carnan jî li çiyayê Qaf e. Li gor ereban çiyayê Qaf ango çiyayên rojhilat. Zagros dikeve rojhilatê ereban û jê re gotine Qaf. Tirk wek gelek çîrokên din vê çîrokê jî ji kurd û farisan girtine û guhertine. Tirk jî, ji Sîmir re dibêjin Zümrüte Anka kuşu û li gor çîrokên tirkan jî cîwarê Sîmir çiyayê Qaf e.

Ewropî jî, ji Sîmir re dibêjin Phoenix û ev nav ji grekiya kevn derbasî Ewropayê bûye.

Di çîrokên hindî de vê rol û wezîfeya Sîmir dane qertêla Garuda û di çîrokên çînî de jî dane Tanniao.

Hinek dibejîn ku teyrê Sîmir weha bi temen e ku wî sê-çar car dîtiye ku dinya xerab û ji nû ve şên bûye. Di hinek varyantan de tê gotin ku temenê Sîmir 1700 sal e. Di pirtûka Heywanên Fantastîk [çavkanî pêwîst e] de dinivîsîne ku teyrê Sîmir herî kêm 500 sal jiyaye. Teyreki sor e û duvê wê mîna zêr diçirise. Li gor efsaneyê dema êdî dawiya umrê wê tê, pûrtên wê agir digrin û pêdikevin, ji xweliya pûrtên xwe ji nû ve tê afirandin. Ango xwe di nav agir de vedijîne û carek din tê dinyayê. Ev bûyer ji baweriya xelkê agirperest tê. Ji vir jî dîyar dibe ku li Zagrosan e û efsaneyeke kurd û îranî ye. Belê, efsaneya xelkê agirperest e.

Sîmir, di piraniya çîrokan de ne goştxwir e, lê di hinek çîrokan de jî goşt dixwe. Di çîrokên kurd û farisan de Sîmir teyrekî efsanewî ye û bi zimanê mirovan dizane. Teyrê Sîmir eqildar, hêzdar û dilovan e, hemraz (sirdaş), alîkar û qencîxwaz e. Sîmir di warê tenduristiyê de zanyareke mezin e. Bi taybetî rêwitiya dûr û dirêj dike. Weha rêwitiya dûr û dirêj ku ne bi tenê li ser rûyê erdê, herweha di navbera erd û ezman de difire.

Li gor pirtûkên dînî dinya heft tebeq e, lê di çîrokeke Sîmir de dinya 14 tebeq e. Heft tebeq li jêr û heft tebeq jî, li jor in. Sîmir carnan di nav van tebeqan de difire. Ew mirov li pişta xwe siwar dike û di nav van tebeqên dinyayê de dibe û tîne. Ji mirovan re alîkarî dike û piştre jî du perikên xwe dikşîne û dibêje: "ha ji te re, dema tu ketî tengasiyê, tu dikarî van herdu perikên min di hev re bidî, wê demê, ez di cih de peyda dibim û têm alîkariya te…."

Li gor efsanan di serdema sumeran de Sîmir li Zagrosan giyayê Xama (Homa-Xaoma, bi zazakî ji Xwedê re Homa dibêjin) parastiye. Ew giya li lûtikê (kopê) çiya, li ciyekî nependî û asê bûye. Dema hewcedarî peyda bûye Sîmir çûye ji Yezdan û mirovan re aniye. Sîmir bi vî giyayê nemir dikaribûye temenê xwe û mirovan dirêj bike. Di hin çîrokan de, tê gotin ku tifa Sîmir jî derman e û dema tifa xwe li birînan dide, birîn pê re derman dibin.




Teyrê Sîmir di Şahnameyê de:
Zal û Teyrê Sîmir li gorî nîgareke farisî 
Sîsarkek (Gyps fulvus) 
Peykerekî romayî ku tê de heloyê Romayê xuya dike. 
Pereyekî romayî yê herêma Brutiyûmê; li çepê Zeus, li rastê helo, sembola desthilata Romê (300-280 berî zayînê).Firdewsî di berhema xwe ya epîk Şahname de di vê mijarê de weha dinivîse:

Ji Sam re kurek dibe. Navê Zal lê dikin. Bi Zal re nexweşiya albîno hebûye. Laş û porê Zal wek pembû çîlspî bûne. Pêşî Zal ji Sam veşartine, piştre dema ku Sam kurê xwe yê spî dîtiye "haho ev ji tovê îblîs e û emir daye xulamên xwe ku ew bigrin û bibin li çiyê berdin û werin." Hinek dibêjin ku gotiye bibin li çiyê bikujin û werin, lêbelê xulaman ew ne kuştine û li çiyê hiştine û hatine. Teyrê Sîmir li çiya Zal dibîne û Zal digre nav pençên xwe û dibe li hêlina xwe, bi çêlikên xwe re xwedî û mezin dike. Sîmir Zal perwerde dike. Ew fêrî gelek huner û zanînan dike. Sal derbas dibin, rojekê nêçîrvan Sam agahdar dikin ku Zal di hêlîna Sîmir de bi çêlikên wê re dijî û çi babeegîtekî jê derketiye! Sam çend xulamên xwe dişêne ku herin Zal bînin. Xulam diçin ji Sîmir rica dikin ku Zal bibin cem bavê wî. Sîmir razî dikin û Sîmir perikeke xwe dide Zal û jê re dibêje: "dema tu ketî tengasiyê wê bişewitîne, ez ê di cih de bêm alîkariya te". Xatir ji Sîmir dixwazin û diçin. Dem diçe dewran tê Zal mezin dibe û tê ber zewacê. Zal bi Rûdabayê re dizewice. Rûdaba ducanî dibe û piştî neh mehan dikeve ber birînên zarokanînê. Li gor varyantek, Sîmir tê bi nikulê xwe li zikê diya Rustem dide zikê wê diqelîşîne û Rustem ji zikê wê derdixe û bi tûka xwe ciyê birrîn û birînê rehet dike ku îro ji vê metodê re dibejin metoda sezeryanî. Piştre hinek dibêjin ji ber ku Sezar jî bi vê metode ji diya xwe re bûye, di termînolojiya bijûndariyê de navê sezeryanî lê kirine, lê li gor varyanteke din, tê gotin ku Sezar pir mirov jê kirine, loma ev nav li vê metodê hatiye danîn.


Teyrê Sîmir li goreyî arkeolog û dîrokzananÎro piraniya arkeolog û dîrokzanan li ser dîtina ku di zamanê berê de, li Zagrosan hindek balindeyên (teyrên) gelek mezin jiyane, hemfikirin. Di sala 1959'an de ji zankoya Illinoisê Dr. Charles Reed bi komek hevalên xwe yên arkeolog û dîroknas ve çûne li Başûrê Kurdistanê li şikefta Şandiyarê ku dikeve ber ava Zêyê Mezin, dest bi kolanên arkeolojîk kirine. Firehiya devê şikeftê 25 metre û bilindiya wê jî 8 metre ye. Di vê lêkolîna arkeolojîk de tiştên weha derketine ku dîroka 100 hezar salan ronî dike. Di serdema neçîrvaniyê de ev şikeft navenda neçîrvanan bûye. Di dawiya lêkolîna xwe de rastî 17 cure skelet, per û baskên teyrên dema berê hatine. Per, bask û skeletên wan gelek kevn û mezin in. Wek mamût û dînazoran neslên wan balindeyan jî niha li dinyayê nemane. Ji wan çend ên ku hatine tespîtkirin navên wan ên latînî weha ne: çar skelet sîsarka bi rih (Gyptaeus barbatus); skeletek sîsarka grîfîn (Gyps fulvus); heft skelet qertêla dûv spî ya deryayê (Haliaetus albicilla) û skeletek jî bet (Otis tarda). Niha bi tenê bet (Otis tarda) li herêmê maye û cînsên din nemane. Îro jî hîn li çiyayên Kurdistanê sîsarkên (sîsalekên) ku bi latînî jê re dibêjin Gyps fulvus hene. Grîfîn di wateya nikul çengel de ye. Di çîrok û xebroşkên îranî û kurdan de Teyrê Sîmîr şahê teyran e.

Civata çemê Zê ya wê demê hêzeke îlahî ya mezin di van teyrên leşxwir de dîtine. Di girê Çetalê de jî, li diwarê şikeftê hinek wêne li ser zinar hatine kolandin û perên wan teyrên kovî û goştxwir di laşên wan de hatine nexşkirin. Weha tê texmîn kirin ku ew mirovên ku di wan şikeftan de jiyane, teyr girtine, rûçikandine û ji bo tilsimiyê perên wan bi xwe ve kirine. Him di çîroka Ristemê Zal de û him jî di peykerên girê Çetalê de Sîmir mê ye.

Harold Lamb di romana xwe ya Rêwîtiya Dawiya Cîhanê - Îskenderê Mezin (bi îngilîzî: Alexander of Macedon: The Journey to World's End, 1955) de dinivîse ku "Qertelê magiyan ê mezin wek sembol – teyrê ku di navbera însanên ku li ser rûyê dinyayê dijîn û Xwedayên ku li ser rûye asîman dijîn de difire, diçe û tê - ev sembol bi awayekî hatiye Ewropayê jî. Piştre ev qertel bûye xoşewîstê Zeus û wêneyên wî li ser sancaxên lejyonerên Romayê hatine nexşandin. Serê qertêl an jî ejdiya sembola efsane ya Rojhilat e. Yanî ya teyrê Sîmir ê pîroz e. Bîzansiyan piştre bi eflatûnî rengandine. Lê çiqas kêm û ne zelal be jî dişibe ejdiya. Piştre împeratorên alman, qiralên polonî û çarên rûsan di armayên xwe de teyrên yekserî an jî duserî bi kar anîne."

Li ser pereyên Împeratoriya Romê yên madenî wêneyên Sîmir hebûne. Qertelê ku niha jî sembola armaya parlamentoya Almanyayê ye û li ser perê wan e jî, ji wê demê tê. Herweha qertêla duserî ya ku li ser birca Heftbirayan a Amedê ye jî di dema Romayê de hatiye çêkirin. Yanî wek ku Harold Lamb di romana xwe ya bi navê İskenderê Mezin de nivîsiye ku ewropiyan ji kurd û îraniyan girtine û ji xwe re kirine mal. Yani ev îlhama teyrê Sîmir e.

Herweha teyrê Sîmir ne bi tenê semboleke efsane û çîrokan e, ew di nav pêvajoyeke dûr û dirêj de bûye sembola ariyan a hêz û dewletê jî.

Elî Herîrî / İslamiyet sonrası Kurmanci lehçesiyle yazan ilk şair


İslamiyet sonrası Kurmanci lehçesiyle yazan, ilk şair Şeyh Elî Heriri’dir.

Eli Heriri hakkında çok şey bilinmiyor. Onun hakkında bir çok belge Rus Aleksander Jaba tarafından bugüne kadar gelmiş. Jaba’nın dışındaki kaynaklar sözlüdür. Eli Heriri, kendi döneminde Şeyh Eli Heriri adı ile bilinir. 

Hicri 400 yılında doğmuştur. Bu da miladi takvime göre 1009-1010’lu tarihlere denk gelmektedir. Bazı rivayetler hicri 10. asırda yaşadığını belirtir. Celadet Alî Bedirhan 1425 yılında doğduğunu söyler. 

Eli Heriri, Herir köyünde dünyaya gelmiştir. Herir Köyünün Soran bölgesinde olduğunu belirten rivayetler vardır. Fakat Aleksander Jaba Herîr köyünün Şemdinan bölgesinde olduğunu söyler. Hakkari’ye bağlı olduğunu söyleyenler de vardır. 

İleriki dönemler neyi gösterir yapılacak araştırmalar daha kimleri çıkarır bilinmez ama şimdiki verilere göre, Kürt şairlerinin ilki Hamedanlı Baba Tahir’dir. Baba Tahir Hemedani Kürtçenin Lori lehçesi ile yazmıştır. Kurmanci lehçesini ilk kullanan da Şeyh Eli Heriri’dir. Şeyh Eli Heriri Kürt edebiyatının öncülerindendir. 




TÊT 

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt 

Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt 


Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane 

Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt 


Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin 

Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt 


Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm 

Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt 



Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran 

Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efşan têt 


Du zulfên 'enber efşan in du le'lên şekeristanin 

'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt 


'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê 

Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt 


Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt 'eqreba jûrî 

Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt 


'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat 

Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt 


Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil 

Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt 


Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste 

Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt 


Reyahîn sosin û werdin le Şêx Elîyê xerîb ferd in 

Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt 


Ji efxanan nemayim têr du'a goyê te ez bê vir 

Bebête şer du esleh dîr 'heta vî qasidî can tê 

Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê 

Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt 


Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare 

Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt 


Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra 

Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt



Elî Heriri