Abstract/Kurte/Özet:
Zayendperestiya civakî, pirsgrêkeke civakî ye û bingeha wê jî bi
teşeya cudavaniya arasteyî jinan derdikeve holê. Çareseriya vê
pirsgrêkê, mîna pirsgrêkên din ên civakî, bi gelek bîwaran e. Em nikarin
cudavaniyê tenê bi nirxandina kirariyeke cûda ya di navbera wekheviyê
de an jî wateyan de bikin. Bê em bi gelek cudavaniyê qiraçan wê analîz
bikin. Lê ji ber ku em ê li gorî naveroka romanê biçin em ê vê
cudavaniyê li gorî têgeha zayenperestiya civakî analîz bikin.
Romana Meryema, bi awayekî objektîv û bi rengekî derûn-civakî,
realîzma civakê şanî me dide. Roman, her çiqasî bi diyalogê destpêbike û
heta dawiyê bi vî awayî dewam bike jî gelemperî bi monologî didome. Ji
ber ku karektera li hemberî serlehengê kêm caran û bi kurtasî bersîvan
dide û pê re nakeve gengêşiyê de. Navê Romanê, ji ber ku roman gelemperî
li ser nêrîna perdeya keçaniyê buyeran derdixe holê, bi hişmendî ji
navê keçîna Meryemê -a ku dayika nebî Îsa- hatiye hilbijartin.
Serlehenga romanê, yeke zîrek, zana û jêhatî ye. Li ser her bûyera ku bi
neyînî ji serê wê de diçe, bi ser xwe ve tê û xwe ji nû ve vedijîne.
Serleheng, bi ser kevalên xwe de him analîza nîgar û rengên wêneyên xwe
him jî analîza derûniya xwe û di ber re jî serpêhatiyên xwe yên di nava
civaka xwe de analîz dike. Nivîskar bi devê serlehengê, rexneya civakê û
her wiha rexneya mêrên ku di bin bandora feodalîteyê, olê, civakê,
berjewendiyê û kevneşopiyê de ne dike. Trajedî û tenêtiya Kurdistanê, bi
metafora serlehengê tîne ser zimên.
Di gotarê de, em ê pêşî li ser dozîneya femînîzmê û têgeha
zayendperestiya civakî bisekinin. Dûv re em ê pirsgrêka jinê ya di nava
civakê de li gorî cudavaniya zayendê, bi têgeha zayendperestiya civakî
vekolin.
Di vê xebatê de me ji xwe re kire mebest ku bi têgeha
zayendperestiya civakî, direfş û neqşên nehênî yên di berhema Sebrî
Silêvanî ya bi navê “Meryema” yê de derbixine holê û ligel van direfş û
neqşên nehênî de bi germiçanga zayendperestiya civakî, pirsgrêka jinê ya
ku di nava civaka pederşahiyê de vekolînin. Mebesta me ew e ku em,
romana Sebrî Silêvanî ya bi navê Meryema yê bi kûrayî vekolînin û
sembolên nehêniyên li ser pirsgrêka jinê ya ku di nava civaka nêr de
hatiye qirkirin û metaforên ku di nava romanê de hatine veşartin rapêş
bikin. Di encama van vekolîn û dahûrînan, em ê li ser karekterên mêr
bisekinin û li dijî mêraniyê avakirina jinê analîz bikin. Di dawiya vê
analîzê de em ê bigihijine vê encamê ku nivîskar tekoşîna di navbera
nemîşa jinê -ya ku Sebrî Silêvanî afirandiye- digel jina ku di nava
civakê de tê mehandin û helandin de û herweha bi wê nemîşê vebiyandina
Kurdistanê şanî me dide.
For Reading This Article/Ji Bo Xwendina Vê Gotarê/Bu Makaleyi Okumak Için: