Hejmara 6an ya kovara Wêje û Rexneyê bi serenavê “Wêje û
Sirgûn” derket
Kovara ku bi giştî li
ser lêkolîn, rexne û analyzen wêjeyî disekine ku ev şeş hejmare çap dibe, bi vê
hejmareke nû dhisa li ber desta ye. Kovara çar mehane ku ji Amedê derdikeve, di
her hejmarê de li ser mijareke taybet kûr dibe. Di vê hejmarê de jî mijara
sereke ya dosyayê “Wêjeya Sirgûnê” ye.
Di çarçoveya dosyayê
de hem gotarên bingehîn yê cîhanê li ser teoriya wêjeya sirgûnê hem jî li ser
tecrûbeyên wêjeya sirgûnê ya cîhanê hene. Herweha di debarê wêjeya kurdî ya
sirgûnê de hem li ser metnên wêjeyî hem jî li ser tevger û kovarên wêjeyî
lêkolînên zanistî hene. Hevpeyvîneke dirêj bi Hesenê Metê re hatiye kirin di
çarçoveya dosyayê de.
Ji bilî dosyaya li ser
wêjeya sirgûnê, gelek gotarên li ser mijarên curbecur jî hene ku bala
xwendevanan dikişînin. Yek jê ya akademisyenê kurd İbrahim Seydo Aydogan e ku
li ser rewşa rewşanbîrên kurdan disekine. Herweha hevpeyvîneke bi rexnegir û
aktivîstekî Afrîqî Ngũgĩ wa Thiong'o
re hatî kirin li ser wêjeya bindestiyê xwedî hişmendiyeke nû ye. Di vê hejmara
kovarê de tişta ku bala xwendevanan dikişîne ew e ku kovar bi giştî xwedî
naverokeke dewlemend û pirrengî ye.
Kovara ku li
pirtûkfiroşan û li ser înternetê li benda xwendevanên xwe ye, di hejmara 7an de
jî wê li ser mijareke balkêş be. Mijara hejmara heftan ev e: “îmaj û temsîla salên
90î di wêjeya kurdî de”
Naveroka Kovarê:
Îbrahîm
Seydo Aydogan:
Rewşenbîrîya Rojhilatî û Bindestîyê li Kurdistanê
Memê
Mala Hine:
Wek Berhemeke Vekirî Mem û Zîn û
Şîroveyên wê yên Ekstrem
Mîrza
Baran:
Bertekeke Derhisî li Hember Makînebûnê di Novellaya Herman Melville a Bartlebyê Nivîsevan de
Güneş
Kan:
Rengvedanên Zayenda Civakî di Helbesta Helbestvanên Kurd ên Jin de
Serdar
Ay:
Hevpeyvîn bi Ngũgĩ wa Thing’o re
Vecdi
Demir-Xelîl Semed:
Bîyanîbûn, Zayendî û Desthilatî di Berhemên Şener Ozmen de
Cihan
Kaynar:
Texeyula George Orwell: 1984
Necat
Keskin:
Mitirb û Mitirbî: Nasname û Vegotin
Musa
Ekici:
Formên Veqetandeka Nebinavkirî di Kurmancî de
Guneş
Kan-Dawid Yeşîlmen:
Li Ser Sirgûnî û Wêjeyê Hevpeyvîn bi Hesenê Metê re
Edward
W. Said:
Rengvedanên li ser Sirgûnê
Ş.
Afrougheh-H. Safari - K. Azizi: Poetîkaya Sirgûnê: Gerîna Ber bi Welatê
Serpêhatîyên Ronakbîrî ve
Mehmet
Yonat:
Dîyaspora û di Kovara Nûdemê de Dîyaspora
Omer
Farûk Yekdeş:
Sirgûnek di Nav(ber)a Rabirdû û Niha de
Francesco
Marilungo:
Ji Mekanê Sirgûnîyê ber bi Cîhê Nasnameyê ve: Temsîlên Wêjeyî Yên Bajarê Amedê
di Wêjeya Kurdî ya Nûjen de
Dawid
Yeşilmen:
Sirgûn û Rewşenbîrî: Xwendineke Tematîk li ser Romana Firat Cewerî, Payîza Dereng
Îlyas
Cembelî Suvağcî:
Hêmanên Sirgûn û Penaberîyê di Romana 99
Morîkên Belavbûyî de
Sonja
Galler:
“… Ez Berê Nivîskarekî Elman bûm” Wêjeya Elmanî ya Sirgûnê di Serdema
Sosyalîzma Nasyonal de
Helîm
Yusiv:
Wêjeya Kurdî li Derbiderîyê
Seyîd
Çaçan:
Qedrîcan û Xerîbî