9 Ocak 2016 Cumartesi

Kovara Wêje û Rexne yê Hejmara 6an Derket!






Hejmara 6an ya kovara Wêje û Rexneyê bi serenavê “Wêje û Sirgûn” derket

Kovara ku bi giştî li ser lêkolîn, rexne û analyzen wêjeyî disekine ku ev şeş hejmare çap dibe, bi vê hejmareke nû dhisa li ber desta ye. Kovara çar mehane ku ji Amedê derdikeve, di her hejmarê de li ser mijareke taybet kûr dibe. Di vê hejmarê de jî mijara sereke ya dosyayê “Wêjeya Sirgûnê” ye.

Di çarçoveya dosyayê de hem gotarên bingehîn yê cîhanê li ser teoriya wêjeya sirgûnê hem jî li ser tecrûbeyên wêjeya sirgûnê ya cîhanê hene. Herweha di debarê wêjeya kurdî ya sirgûnê de hem li ser metnên wêjeyî hem jî li ser tevger û kovarên wêjeyî lêkolînên zanistî hene. Hevpeyvîneke dirêj bi Hesenê Metê re hatiye kirin di çarçoveya dosyayê de.

Ji bilî dosyaya li ser wêjeya sirgûnê, gelek gotarên li ser mijarên curbecur jî hene ku bala xwendevanan dikişînin. Yek jê ya akademisyenê kurd İbrahim Seydo Aydogan e ku li ser rewşa rewşanbîrên kurdan disekine. Herweha hevpeyvîneke bi rexnegir û aktivîstekî Afrîqî Ngũgĩ wa Thiong'o re hatî kirin li ser wêjeya bindestiyê xwedî hişmendiyeke nû ye. Di vê hejmara kovarê de tişta ku bala xwendevanan dikişîne ew e ku kovar bi giştî xwedî naverokeke dewlemend û pirrengî ye.

Kovara ku li pirtûkfiroşan û li ser înternetê li benda xwendevanên xwe ye, di hejmara 7an de jî wê li ser mijareke balkêş be. Mijara hejmara heftan ev e: “îmaj û temsîla salên 90î di wêjeya kurdî de”

Naveroka Kovarê:

Îbrahîm Seydo Aydogan: Rewşenbîrîya Rojhilatî û Bindestîyê li Kurdistanê
Memê Mala Hine: Wek Berhemeke Vekirî Mem û Zîn û Şîroveyên wê yên Ekstrem
Mîrza Baran: Bertekeke Derhisî li Hember Makînebûnê di Novellaya Herman Melville a Bartlebyê Nivîsevan de
Güneş Kan: Rengvedanên Zayenda Civakî di Helbesta Helbestvanên Kurd ên Jin de
Serdar Ay: Hevpeyvîn bi Ngũgĩ wa Thing’o re
Vecdi Demir-Xelîl Semed: Bîyanîbûn, Zayendî û Desthilatî di Berhemên Şener Ozmen de
Cihan Kaynar: Texeyula George Orwell: 1984
Necat Keskin: Mitirb û Mitirbî: Nasname û Vegotin
Musa Ekici: Formên Veqetandeka Nebinavkirî di Kurmancî de
Guneş Kan-Dawid Yeşîlmen: Li Ser Sirgûnî û Wêjeyê Hevpeyvîn bi Hesenê Metê re
Edward W. Said: Rengvedanên li ser Sirgûnê
Ş. Afrougheh-H. Safari - K. Azizi: Poetîkaya Sirgûnê: Gerîna Ber bi Welatê Serpêhatîyên Ronakbîrî ve
Mehmet Yonat: Dîyaspora û di Kovara Nûdemê de Dîyaspora
Omer Farûk Yekdeş: Sirgûnek di Nav(ber)a Rabirdû û Niha de
Francesco Marilungo: Ji Mekanê Sirgûnîyê ber bi Cîhê Nasnameyê ve: Temsîlên Wêjeyî Yên Bajarê Amedê di Wêjeya Kurdî ya Nûjen de
Dawid Yeşilmen: Sirgûn û Rewşenbîrî: Xwendineke Tematîk li ser Romana Firat Cewerî, Payîza Dereng
Îlyas Cembelî Suvağcî: Hêmanên Sirgûn û Penaberîyê di Romana 99 Morîkên Belavbûyî de
Sonja Galler: “… Ez Berê Nivîskarekî Elman bûm” Wêjeya Elmanî ya Sirgûnê di Serdema Sosyalîzma Nasyonal de
Helîm Yusiv: Wêjeya Kurdî li Derbiderîyê
Seyîd Çaçan: Qedrîcan û Xerîbî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder